LI XAKURKÊ Û ÇELÊ 12 LEŞKERÊN ARTÊŞA TIRK HATIN KUŞTIN

Dewleta tirk a dagirker li ser xaka başûrê kurdistanê oparasyonên xwe yên dagirkeriyê zêde kiriye.
Tevî bêdengiya aliyên başûrê kurdistan û Iraqê gerîlayên HPG ûYJA Starê çalakiyên bibandor lidar dixin.
Herî dawî di çalakiya gerîlayan a li Xakurkê û Çelê de 12 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji cih hatine standin gerîlayan şevê din li dijî leşkerên ku li Girê Şehîd Derwêş bi cih bûbûn çalakî pêk anîn.

Di çalakiyê de bi kêmanî 10 leşker hatin kuştin.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk li gundê Xelîfan ê li herêma Xakurkê da.

Di êrîşê de bi dehan sewalên gundiyan telef bûn.

Li Çelê jî di navbera leşker û gerîlayên HPG’ê de şer derket.

Di şer de 2 leşker hatin kuştin û 2 leşker ji birîndar bûn.

Têkildarî çalakiyan heta niha HPG’ê ti daxuyanî ne daye.

Leave a Reply

Back to top button