Şêniyên Mexmûrê li ser gorên şehîdan mûm vêxistin

Bi boneya Cejna Newrozê, şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûr serdana goristana şehîdan kirin û ji bo bîranîna şehîdan mûm vêxistin.

Ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve bi boneya Cejna Newrozê çalakiyek ji bo bîranîna şehîdan hat li darxistin.

Şêniyên wargehê serdana goristanê kirin, ji bo şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştre li ser gorên şehîdan mûm hatin vêxistin.

Di merasîmê de Bavê Şehîd Xebat Marînos, Ahmed Orhan axivî û got:

Cejna Newrozê cejna bindestane.

Agirê ku Kawayê Hesinkar pêxist heta roja me ya îro ji aliyê tevgera azadiyê ya Kurdistanê ve geş dibe.

Em jî wek gelê Kurd em ê ti carê nehêlin ku ev agir vemire.

Em vê Newrozê li Seroka Apo, şehîdan û gelê Kurd pîroz dikin.”

Back to top button