ŞERVANÊ HÊZÊN ERKA XWEPARASTINÊ MIHEMED NÛR XIDIR LI QAMIŞLO HAT OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Nûr Xidir li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxirkirin.

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Nûr Xidir bi nasnav Dilşêr Qamişlo 29’ê Gulanê di pêngava li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê li Dêra Zorê şehîd bû.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şehîd ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Delîl Saroxan ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Erka Xweparastinê û malabata şehîd axaftin hatin kirin.

Kesên axvin soza şopamdina rêya şehîdan dan.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava slogan û tilîliyên dayikan de hate veşartin.

Leave a Reply

Back to top button