Li Nisêbînê polîsan piştî Newrozê avêt ser malan

Li Nisêbînê piştî pîrozbahiya Newrozê polîsan avêt ser gelek malan û gelek kes binçavkirin. Di mîtînga ku îro li Amedê hatî pîrozkirin de bi sedan kes hatin binçavkirin û piraniya wan zarokin..

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin.

Piştî pîrozbahiyê polîsan danê êvarî avêt ser gelek malan.

Polîsan ciwanên ji pîrozbahiyê vegeriyan binçavkirin û di dema binçavkirinê de li ciwanan xistin.

Hat ragihandin ku li navçeyê avêtina ser malan didome û heya niha gelek kes hatine binçavkirin.

Li Amedê zêdetirî 100 zarok hatin destgîrkirin

Di mîtînga ku îro li Amedê hat pîrozkirin û bi milyonan Kurd tevlî bûn de bi sedan kes hatin binçavkirin.

Piraniya kesên hatin binçavkirin zarokên 12 û 17 salîn e.

Hat zanîn ku ji ber li Midûryeta Polîsan a Şaxê Zarokan cîh tunebû, zarok li Navenda Koçberan tên girtin.

Hat zanîn ku girtina zarokan hê jî didome, malbatên wan li derve li benda zarokên xwe ne.

Li gorî parêzeran, hejmara kesên hatine binçavkirin her ku diçe zêde dibe.

Back to top button