Li Kerkûkê çeteyên DAIŞ’ê êrişê leşkerên Iraqê kir

Çeteyên DAIŞ’ê li gundekî Daquq a girêdayî Kerkûkê êrişî çeperên artêşa Iraqê kir. Ji artêşa Iraqê kuştî û birîndar hene.

Di saetên şevê de çeteyên DAIŞ’ê êrişî çeperên artêşa Iraqê yên li gundê Elbu Mihemed a girêdayî bajaroka Daqoq kirin.

Di navbera leşkerên artêşa Iraqê û çeteyan de pevçûn derket.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyek ewlehiyê bi destketine, di encama êrişê de leşkerek Iraqê jiyana xwe ji dest da û leşkerek jî birîndar bû.

Back to top button