Nûnerên MDS’ê yê li Washingtonê: Çareserî bi xurtkirina muxalefeta demokratîk pêkan e

Nûnerên MDS’ê yê li Washingtonê Besam Îshaq derbarê destpêkirina gera 7’an a ”Komîteya destûrê” axivî û diyar kir ku çareseriya rasteqîn a bidawîkirina aloziyê bi xurtkirina muxalefeta demokratîk a niştimanî pêkane. 

Piştî 6 gerên binketî yên ”Komîteya destûrê” ya Sûriyê li Cinêvê, duh xebatên gera 7’an dest pê kirin.

Gera 7’an duh li navneda NY’yê ya Cinêvê bi serokatiya nûnerê neteweyî yê taybet bi Sûrî Geir Pedersen li dar ket.

Nûnerê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) yê li Washingtonê Besam Îshaq derbarê mijarê de nirxandin kir.

Besam Îshaq anî ziman ku endamên komîteya destûrî ya ji muxalefetê nûnertiya berjewendiyên hemû Sûriyan nakin û got:

”Ew ne hemû hêzên siyasî ne ku armanca şoreşa Sûriyê pêk tînin.

Gelo 50 endam ji tevahî aliyên siyasî yên Sûriyê yên muxalefeta aktîf li ser erdê ne?”

Îshaq eşkere kir ku ji modela herî girîng a berjewendiyên beşeke girîng ji Sûriyan pêk aniye modela Rêveberiya Xweser e.

“Ev model pirrengî, pirzimanî, pirçandî, mafên jinan û azadiyê yê tevahî Sûriyan û azadiya hilbijartina baweriyê qebûl dike.

Ev hêmanên bingehîn û şoreşî ne ku Sûriyê ji tevahî aliyan ve ji desthilatê û çewisandinê rizgar bike û ber bi edalet û azadiyê ve bibe.”

Nûnerê MSD’ê yê li Washingtonê Besam Îshaq di daxwiyê de ev tişt anî ziman:

“Çareseriya siyasî dûrî komîteya destûrê û Cinêvê li dar dikeve ku endamên komîteyê ji rejîmê û ajandeyên herêmî û navneteweyî ne.

Pêdiviya çareseriya siyasî ya rasteqîn bi xurtkirina muxalefeta demokratîk a niştimanî heye.

Ew dikara rewşa xetimandî ya li Cinêvê û rewşa cemidî ya di doza Sûriyê de çareser bike.”

Back to top button