RAJIN: Wê rihê Nûjiyan Erhan bi rastiya re bê jîyîn, em ê li ser rêka wan bin

Jina şoreşger, rojnamevan Nûjiyan Erhan 22’ê Adara 2017’an di êrişa çekdarên PDK’ê de li Şengalê şehîd bû. Ragihandina Azad a Jinê (RAJIN) bi daxuyaniyeke rojnamevan Nûjiyan Erhan bi bîr anî û got “heta helwesta şoreşgerî û lêgerînerên jiyana nû hebin, wê ruhê Nûjiyanan bi rastiyan re bê jiyîn û emê bibin şopdarê rêka wan.”

Jina şoreşger, rojnamevan Nûjiyan Erhan 22’ê Adara 2017’an di êrişa çekdarên PDK’ê de li Şengalê şehîd bû.

Ragihandina Azad a Jinê (RAJIN) ji ber salvegera 5’emîn a şehadeta rojnamevan Nûjiyan Erhan daxuyaniyek weşand.

Rajîn di daxuyaniya xwe de wiha besa Kesayeta Nûjiyan Erhan kir:

“Hevrê Nûjiyan Erhan, li dijî siyaseta qirkirinê yê dewleta Tirk li hemberê gelê kurd taybet jî jina kurd dida meşandin derket û beşdarî nav tevgera tekoşîna azadiyê bû.

Li çiyayên azad, da ser şopa hevrê Gurbet û kêlî bi kêlî jiyana xwe li ser hîmê gera li heqîqetê û azadiyê ava kir.

Di ragihandina azad a Jinê de ji bo heqîqet di tariyê de nemîne rista pêşengiyê girt ser milê xwe.

Bi sekneke biryardar a têkoşînê bû xwedî meşeke bêrawestan a jiyana azad.”

RAJIN dazanîn ku Şehîd Nûjiyan Erhan dema çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de êrişê Şengalê kir wekî rojnamevan êşên jinên Êzidî, civaka Êzidî ji dil hîs kir û berê xwe da Şengalê û bû dengê civaka Êzidî.

RAJIN diyar kir ku 3’ê Adara 2017’an de dema PDK û dewleta Tirk êrişê Xanesorê kirin da ku ferman DAIŞ’ê ku nîvî de hiştibûn temam bikin, dema ku Rojnamegera şoreşger vê rastiyê ji cîhanê re ragihan ji aliyê PDK’ê ve hate hedefgirtin.

Nûjiyan Erhan piştî giranî birîndar bû 22’ê Adara 2017’an di nexweşxanê de şehîd ket.

Rajin di dawî de daxuyakirin ku heta helwesta şoreşgerî û lêgerînerên jiyana nû hebin, wê ruhê Nûjiyanan bi rastiyan re bê jiyîn û wê bibin şopdarê rêka wan.

Back to top button