Rûsipî û eşîrên Helebê: Xwîna Kurd, Ereb û Suryan tevlihev bû

Bi yekîtiya xwe emê pilanên dagirkeran têk bibin. bi van gotinan Rûspiyên eşîrên Helebê bertek li dijî hewildanên dijmin ku dixwazin fitneyan di nava kurd û ereban de derxîne da.

Endama Komîteya Rûspiyên Eşîran Semîra Elûş îşaret bi hevkariya Kurd û Ereban kir û wiha axivî:

“Kurd û Ereb hev temam dikin û ji destpêka aloziya Sûriyê ve hevgirtina me xurttir bû.”

Semîra Elûş diyar kir ku ferq û cudahî di navbera Kurd û Ereban de tune ye, her du aliyan li dijî êrişan li ber xwe da, mînka taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berçav.

Her wiha Endamê Komîteya Rûspiyên Eşîran Omer El-Şamî jî anî ziman ku Hevkarî û danûstandina Kurd û Ereban xwedî dîrokeke kevnar e û di gelek aliyan de hate nîşandan, ji wan ol, fikr û parastina erd û rûmet.”

Têkildarî heman mijarê Endamê Komîteya Rûspiyên Eşîrên Helebê jî Ebdurehman Xizo diyar kir ku hin alî dixwazin fitneyê di navbera pêkhateyên Sûriyê de derxin Lê hemû hewldanên wan ên parçekirina Kurd û Ereban vala derketin, ji wê zêdetir jî di her du pêkhateyan di eniyekê de cihê xwe girtin û hevgirtina wan xurttir bû.

Back to top button