Li çolistana Sûriyê tevgera DAIŞ’ê

​​​​​​​Çeteyên DAIŞ’ê êrişên xwe ên li dijî hêzên hikûmeta Şamê ên li çolistana Sûrî didomînin. Balafirên Rûsyayê êrîşên hewayî pêk anîn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, çeteyên DAIŞ’ê bi hemû cure şer êrişên xwe ên li dijî hêzên hikûmeta Şamê ên li çolistan El-resafe ya li başûrê Reqayê didomînin.

Armanca wan jî ew e ku gundê Xirbet El-Miqman ya ku riya sereke ya dabînkirina pêdiviyên hêzên hikûmetê ye, kontrol bikin.

Herî dawî jî duh çeteyên DAIŞ û hêzên hikûemeta Şamê li nêzî gund bi hev ketin.

Her wiha balafirên şer ên Rusyayê jî di 24 seatên dawî 25 êrişên esmanî li dijî deverên çeteyên DAIŞ ên li çolistan El-resafe pêk anîn.

Tevî êrişên balafirên şer ên Rusyayê û bombebarana hikûmeta Şamê, li çolistana Sûrî, heta niha tevgera DAIŞ’ê dewam dike.

avê wê Xisûn Şokan ku winda bû, cenazeyê wê li nêzî mala wê ya li gundê Kefre yê navçeyê hate dîtin.

Back to top button