Li dijî girtiyên siyasî pergala êşkence û tecrîdê dewam dike

Li zîndanên dewleta Tirk zext û êşkenceyên li ser girtiyan roj bi roj zêde dibin. Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û yên cezayên wan qediyanê lê nayên berdan, bi biryardarî dewam dikin. Malbatan bang kirin ku bila zextên li ser girtiyan bi dawî bibin û tecrîd were rakirin.

Li seranserê girtîgehên Tirkiyê pergala êşkence û tecrîdê dewam dike.

Bi taybetî li dijî girtiyên siyasî, zext û binpêkirinên mafan bi dawî nabin.

Girtiyên nexweş nayên derman kirin û yên cezayê wan qediyane jî nayên berdan.

Malbatên girtiyan ji bo zext û tundiya li dijî zarokên wan werin bidawîkirin dest bi nobeta Edaletê kiribûn.

Nobeta edaletê ya malbatên girtiyan yê li Amedê di roja 127. de ye

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan, yê li Amedê di roja 127’emîn de dewam kir

Malbatan li ber Girtîgeha Amedê hatin cem hev û daxwazên xwe dubare kirin.

Malbatên girtiyan carek din bang li hemû partiyên siyasî û saziyan kir ku piştgiriyê bidin wan

Nobeta edaletê ya li Wanê di roja 96’an de dewam kir

Nobeda Edaletê ya li Wanê jî di roja 96’an de dewam kir:

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê (ARSÎSA) îro serdana malbatan kirin.

Rêveberê ARSÎSA’yê Seyît Kiliç, di serdanê de axivî û got:

“Em piştgiriya vê nobeda ku ji bo dawîkirina îşkence û tecrîda li girtîgehan tê kirin, dikin.

Herwiha Kiliç bal kişand ser tecrîda li Rêber Apo jî û xwest tecrîd were bidawîkirin

Li Îzmîrê jî malbatan di roja 28. de daxwazên xwe dubare kirin

Bi heman daxwazan, malbatên girtiyan ên li bajarê Tirkiyê Îzmîrê jî dest bi Nobeta Edaletê kiribûn.

Di roja 28’emîn yê Nobetê de, şaxa ÎHDê ya Îzmîrê û rêxistina HDP’a navçeya Konaka Îzmîrê serdana malbatan kirin.

Rêveberên ku serdana Nobeta Edaletê kirin, diyar kirin ku daxwaz rewa ne û destnîşan kirin ku li cem malbatan e.

Di axaftinan de hat gotin: “Bila Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş werin berdan. Bila zextên li ser girtiyan bi dawî bibin û tecrîd were rakirin.”

Dermankirina Yûsif Akbaba yê girtî tê astengkirin

Şaxa Komeleya Mafên Mirovana (ÎHD) a Stenbolê, li avahiya xwe derbarê rewşa girtiyê nexweş ê giran Yûsûf Akbaba ku li Girtîgeha Denîzliyê girtî ye, civîna çapemeniyê li dar xist.

Di civina çapemaniyê de Songul Îl-ker ku kurê wê bi Akbaba re li heman girtîgehê dimîne axivî.

Songul Îlker, diyar kir ku dermankirina Akbaba tê astengkirin û bang li çapemeniyê kir ku dengê girtiyê nexweş bigihîne raya giştî.

Back to top button