Çîn..Balafira rêwiyan a 132 kes li nav bûn ket, kes jê xilas nebû

Li Çînê balafira rêwiyan a ku 132 kes tê de bûn ket. Leşker û tîmên rizgakirinê ji bo xwe gihandina enkazên balafirê ketine tevgerê.

Medyaya Çînê ragihand ku ji balafira Boeing 737 ku duh ketibû xwarê û 132 kes tê de bûn, ti kes rizgar nebûne.

Balafira rêwiyan a Boeing 737 duh li eyaleta Guangxi ket xwarê.

Li gorî medyaya Çînê îro danê sibê hatiye piştrastkirin ku kes ji balafirê sax xelas nebûye.

Malbat û xizmên kesên di balafirê de li balafirgeha Guangzhou li benda encamên xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûn.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Hewayî ya Sivîl a Çînê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di balafirê de, 123 rêwî û 9 xebatkarên balafirê hebûn.

Balafir li herêma li herêma Xweser a Guangxi Cuang a li başûrê welêt ketiye xwarê.

Back to top button