Bablîsokê li herêma Teksasê ya DYA xist, avahî ji hev xist

Li DYA careke din metirsiya bablîsokê hebû. Ji ber ku bablîsokek mezin a li eyaleta Teksasê rabûyî, herêm veguherand qada şer.

Li eyaleta Teksasê ya DYA’yê bablîsokek bihêz rabû.

Dimenên ku di dema kêliya bablîsokê ji aliyê kesên amator ve hatine kişandin jî hêza wê xuya dike.

Bi gotinekê, bablîsokê herêm veguherand qada şer.

Li Jack County ya dikeve rojavayê Dallas, zirarek mezin gihîşt derdora 80 mal û kargehan.

Li gelek herêman jî elektirîk qut bûn.

Li gorî rêveberên DYA, zêdetirî 54,000 malbat li seranserê Teksasê bê kehrebe mane.

Back to top button