ROJNAMEYA FRANSÎ: BEXDADÎ LI LÎBYAYÊ YE

Piştî têkçûna DAIŞ’ê li ser destê şervanên QSD’ê serçete Ebu Bekir Bexdadî winda bû.
Û li her derê lêgerîna Bexdadî dest pê kir.
Herî dawî rojnameyeke Fransî îdia kir ku serçete Bexdadî reviyaye Lîbyayê.

Rojnameya Fransî Jeune Afrique ragihand ku Tunis agahî ji çavkaniyên îstixbaratî der barê Bexdadî de girtiye.

Raporên çapemeniyê diyar kir ku Brîtanya piştî texmînên ku dibe Bexdadî li Lîbyayê be, hinek leşkerên xwe ji wir derxist.

Li gorî pisporê komên tundrew li herêmê, alîgirên Bexdadî dikarin wî bibin Lîbyayê.

Tazgarat da zanîn ku alîgirên wî xwedî derfetên ecêb in ku çûnûhatina asmanî ya di navbera Stenbol û Terablusê de li jêr destê wan e.

Berî niha jî malpereke Tunisî gotibû piştî têkçûna DAIŞ’ê li Sûriyê, Bexdadî berê xwe da Lîbyayê.

Mijarên Girêdayi

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close