Rêveberiya Xweser malavayiya hêzên ewlekariyê kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke niviskî malavayiya hêzên ewlekariyê kir ku pîrozbahiyên Newrozê parastin û hiştin bi ewle derbas bibin.

Rêveberiyê di daxwiyaniyê de spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û tevahî hêzên ewlehiyê kir û got :

“van hêzan li gelemperiya Bakur û Rojhilaêt Sûriyê de ewlehî peyda kirin.

Em disiplîn û koordîne û baldariya di kar de û piştgiriya mezin a gel teqdîr dikin.

Di heman demê de em malavayiya gelên xwe bi hemû pêkhateyên wê dikin ku bi coş beşdarî vê boneyê bûne û rengekî cûda ya rasteqîn dan Newrozê de nîşan dan.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di ndaxwiyê de diyar kir ku Tevlêbûn ku me di Newroza 2022’yan de dît zemîneke rasteqîn a projeya me ava kir .

Ev proje ya jiyana hevbeş û biratiya di navbera hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye.

Back to top button