HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN A ŞÊX MEQSÛDÊ 26 GIRTÎ BERDAN

Bi rasthatina cenjna Remazanê re, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê bi hevkariya Dîwana Edaletê 26 girtiyên taxê ku bi tawanên demkî hatibûn girtin, berdan.

Bi rasthatina cejna Remezanê, Dîwana Edaletê ya Şêxmeqsûdê ya Helebê efûya giştî ya girtiyên bi tawanên demkî hatine girtin, weşand.

Efû li 26 girtiyên bi tawanên demkî yên cur bi cur wekî dizî, lêdan û gotinên nebaş, hate birîn.

Li gorî biryarê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn 26 girtî bi amadebûna nûnerên saziyên sivîl, partî û Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdan.

Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Qehreman Bekir û hevserokê Dîwana Edaletê Abdulqadir Mûse girtiyên hatine berdan ji bo dûrketina ji kirinên derqanûnî hişyar kirin.

Leave a Reply

Back to top button