Artêşa Rûsya careke din êrişî Kîevê kir

Li Ûkrayna şerê ku berdêla wê cîhan dide di roja 28’an de ye. Artêşa Rûsya careke din êrişî Kîevê kir û 4 kes birîndar bûn. NY dibêje, heta niha li Ûkrayna 121 zarok di êrişên ser welat de hatine kuştin. Hêzên Çeçenîstanê nêzî bajarê Mariupol dibin. Ûkrayna jî ragihand ku heta niha wan 15 hezar û 600 leşkerên Rûsya kuştine. Moskow bertek nîşanî pêşniyara şandina hêza aştiyê bû Ûkrayna da û got: Ev yek wê bibe sedema ku artêşa Rûsya û NATO raste rast werin pêşberî hev.

Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê di roja 28’an de ye.

Îro careke din Rûsya êrişî paytexta Ûkrayna Kîevê kir.

Di rêişa bi rêya moşekan hate kirin de, 2 avahî şewitîn.

Hat diyarkirin ku di êrîşê de, herî kêm 4 kes birîndar bûn.

Dîmenên li nava bajarê Severodonetsk hatine kişandin pêwistî bi gotinan nahêle.

Ûkrayna: 7 hezar kesên din ji Mariupol hatin derxistin

Cîgira serokwezîra Ûkraynayê Îrina Vereshchuk ragihand ku di nava rojê de bêtirî 7 hezar niştecihên Mariupolê ji bo herêmên ewletir hatine veguhestin.

Hîna jî li bajar bi sedhezaran kes mane.

Ûkrayna: Di êrişa Rûsya de 121 zarok hatine kuştin

Hat ragihandin ku ji ber êrîşên artêşa Rûsyayê yên li Ûkraynayê 121 zarok hatine kuştin.

Her wiha 167 jî birîndar bûne.

NY: Bêtirî 3,5 milyon kes ji Ûkrayna koçberî welatên cîran bûne

Li gorî agahiyên Ajansa Penaberan a Netewên Yekbûyî (UNHCR) heta niha ji ber şer, 3 milyon û 557 hezar û 245 kes koçberî derveyî Ûkrayna bûne.

Tê gotin ji van, herî kêm milyonek û 500 hezar zarok di nav kesên Ûkrayna terk kirine de ne.

Koçberên Ûkrayna herî zêde li Polonya, Romanya, Moldova, Macaristan û Slovakyayê bicih bûne.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres duh ji Rûsya xwestibû ku dawî li şerê xwe yê li Ûkrayna bîne û gotibû;

Divê danûstandinên aştiyê yên di navbera Rûsya û Ûkrayna de, bi awayekî cidî werin rêvebirin.

Kadîrov: Leşkerên çaçen ber bi Mariupol ve diçin

Lîderê Çeçenistanê Ramadan Kadyrov vîdeoyek “li Ûkraynayê leşkerên Çeçen nîşan dide” weşand.

Kadyrov li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyanî da û got,

Çeçen ber bi Mariupolê ku di van rojên dawî de pevçûnên tund lê qewimîn bi pêş ve diçin.

Di vê navberê de, li nêzî Kîevê 67 leşkerên Ûkrayna xwe radestî hêzên Rûsya kirin.

Ûkrayna: 15,600 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Sererkaniya Ûkrayna bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê 28 rojên dawî ya li dijî Rûsya eşkere kir.

Li gorî vê; 15 hezar û 600 leşkerên Rûsya hatine kuştin.

101 balafir, 124 helîkopter, 517 tank, 1578 wesayîtên zirxî, 267 top, 80 pergalên avêtina roketan û 47 pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê hatin têkbirin.

Her wiha 1,008 wesayit, 4 botên sivik, 70 wesayîtên sotemeniyê û 42 balafirên bêmirov jî hatin bêkêrkirin.

Lavrov: Şandina hêzên aştiyê bû Ûkrayna, dibe hêzên Rûsy û NATO bêne pêşberî hev

Polonya hefteya borî îşaret bi wê yekê kiribû ku divê mîsyonek aştîparêz a navneteweyî ji herêmê re were şandin da ku Ûkrayna bikaribe xwe biparêze.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li dijî vê yekê derket û got: Şandina hêzên aştiyê ji bo Ûkraynayê dikare, hêzên Rûsya û NATO raste rast bêne pêşberî hev.

 

Back to top button