Sûc û hovîtiya dagirker û çeteyên wê li Efrînê bênavber dewam dikin. Dagirkeran ji Efrînê 4 welatiyên din revandin.
Hat ragihandin navên kesên hatine revandin, Ebdulwehab Mistefa Hemo yê 70 salî, Serxwebûn Ehmed Memo yê 32 salî, Mihemed Mistefa û Ebdureqîb Elî Henan ne.
Her wiha dadgeheke dagirkeran jî 3 sal cezayê girtîgehê da welatiyê bi navê Serbest Ekaş Birîm yê ji gundê Memila ya navçeya Mabata.
Dewleta Tirk guhertina demografiya Efrînê didomîne
Li aliyê din Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Adara 2018’an demografiya herêmê diguherîne.
Berî çend rojan jî li Efrînê projeyên mêtingeriyê yên nû dan destpêkirin.
Komeleya bi navê ‘El-Eyadî El-Beyda’ ya Kiwêtê li gundê Şadêrê yê navçeya Şêrewa amadekariyê vekirina qonaxa duyemîn a projeya avahiyên mêtingeriyê dike.
Tê gotin ku ev qonax ji 125 avahiyan pêk tê û dê 600 çete û malbatên wan ên ji herêmên din ên Sûriyê lê werin bicihkirin