ENDAMÊ HÊZÊN ERKA XWEPARASTINÊ EMÎR MIXLIF LI HESEKÊ HATE OXIRKIRIN

Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Emîr Mixlif bi merasîmekê li goristana şehîd Dijwar oxirkirin.

Endamê Hêzên Erka Xweparastinê Emîr Mixlif dema li Dêrazorê bi erka xwe ya leşkerî radibû, şehîd bû.

Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîd ji Meclisa Malbatê Şehîdan wergirt û bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê, Hêzên Erka Xweparastinê û Yekitiya Ciwanên PYD`ê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn soza parastina destkeftiyên şehîdan dan.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava slogan û tililiyên dayikan de hate oxirkirin.

Leave a Reply

Back to top button