Komîteya Amadekar a Newroza Amedê: Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derketin

Komîteya Amadekar a Newroza Amedê, têkildarî Newroza bi heybet a 21’ê Adarê li Amedê hat pîrozkirin, civîneke çapemeniyê li dar xist. Komîteyê got: “Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derketin”

Komîteya Amadekar a Newroza Amedê, têkildarî Newroza bi heybet a 21’ê Adarê ya li Amedê, civîneke çapemeniyê li dar xist…

Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag û Remziye Tosûn di civînê de amade bûn..

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan destpêkê axivî û anî ziman ku gel dîmenekî dîrokî nîşan da.

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan: Kes nikare îradeya gelê me bişikîne

“Em spasiya gelê Amedê dikin ku bendewariya hin kesên ku li benda lawaziya Newrozê bûn, têk bir.

Xwediyê vê Newrozê gelê me ye.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê xwestin Newrozê asteng bikin û bi deh hezaran polîs li kolanên Amedê bi cih kirin.

Bi gazê, bi ava şid êriş kirin û bi copan li mirovan xistin.

Bi sedan kes binçav kirin. Lê nekarîn li pêşiya milyonek mirov bibin asteng..”

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulistan Ata-soy jî destnişan kir ku tevî her cûre provokasyonan jî Newroz hate pîrozkirin

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulistan Atasoy: Divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin

“Îradeyeke wisa li qada Newrozê ya Amedê hate nîşandan ku divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin, girtiyên siyasî hemû bêne berdan û pirsgirêka kurd ne bi şer lê bi rêya aştiyê û danûstandinan bê çareserkirin.”

Parêzer Serhat Eren: Astengiyan beriya Newrozê dest pê kirin

Her wiha Endamê Meclîsa HDP’ê parêzer Serhat Eren jî axivî û ev agahî derbarê zextên dewletê yên derbarê newrozê de dan:

“Beriya Newrozê 24 jin hatin binçavkirin û 11 ji wan hatin girtin.

Derbarê 36 siyasetmedar û jinên di nav xebatan de ne, biryara girtinê hate dayîn û 17 ji wan hatine binçavkirin.

Bi vî awayî nehiştin ku hevalên me tevlî Newrozê bibin.”

Serhat Eren anî ziman ku di pratîkê de Newroz hatibû qedexekirin û wiha dewam kir:

Di roja Newrozê de 500 kes hatin binçavkirin û 80 ji van kesan jî zarok in.

Bi saetan ev kes li ber hewaya sar dane sekinandin.

Di rojên pêş de em ê raporeke berfireh amade bikin.”

Back to top button