Karsazên Kurd li Fransayê forumek organîze kirin

Karsazên Kurd bi boneya Cejna Newrozê cara yekem li yek ji salonên Parlamentoya Fransayê, forûmek li dar xistin.

Di forumê de Berdevkên Yekîneyên Parastina Jin û Yekîneyên parastina gel YPG’ê Nesrîn Ebdullah, Nûrî Mehmûd, hejmarek karsazên kurd, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û hejmarek parlamenterên Fransî amade bûn.

Di forumê de, Newroz hat pîrozkirin û qala rola YPG’ê û YPJ’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de û rakirina xeteriya wê li ser cihanê hat kirin…

Her wiha rola Rêveberiya Xweser di pêşengtiya pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb û Suryan, û xurtkirina têgeha jiyana hevbeş li herêmê jî hat ziman..

Di dawiyê de, Berdevka YPJ’ê Nesrîn Ebdulah ji aliyê parlamenter François Bobonî û Jean-Christophe Lagarde ve bi Sembola Jinê ya Fransa hate xelatkirin.

Back to top button