DAGIRKERIYA TIRK CAREKE DIN AGIR BI ZEVIYÊN NAVÇEYA ŞÊREWA XISTIN

Dagirkeriya Tirk careke din agir bi zeviyên çandiniyê yên navçeya Şêrewa ya Efrînê xist.
Şênî jiyana xwe dixin metirsiyê û ji bo vemirandina agir xwe di avêjin nava agir, lê çeteyên dewleta tirk careke din agir bi zeviyan dixin.

Çavkaniyên me ji herêmê ragihandin ku artêşa tirk û çeteyên wê agir bi zeviyên çandiniyê yên navbera gundên Cilbirê û Bêbê yên navçeya Şêrewa xist.

Vî agirî zirareke mezin li çandinî û xwezaya li herêmê kir.

Ev du hefteye agirê ku çeteyên dewleta tirk li gundên Kurzêlê, Basilê, Dêr Mişmişê, Soxenekê, Kîmarê, Kokebê heya Aqîbê pê xistine gure.

Her wiha agirê li gundên Cilbirê pêketî, gihaşt gundên Mêremîn û Tinibê yên navçeya Şêrewa ya Efrînê..

Leave a Reply

Back to top button