Polîsan îro avêt ser avahiya HDP’ê ya Kartalê. Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Ferhat Encu bertek nîşanî êrişê da û diyar kir ku ev êriş, êrişa kesên ku Newrozê tehemul nekirine.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a stenbolê, li ber avahiya partiyê ya navçeya Kartalê daxuyanî da.
Destpêkê Hevseroka HDP’ê ya Kartalê Aygul Sîncar Karataş axivî û got:
“Ruhê gel li her çar erdnîgariyan xwe di Newrozê de da der.
Bi milyonan kes ber bi qadên Newrozê ve herikîn, hin kesan ev yek tehamûl nekirin. Em ê ji niha bêtir bixebitin.”
Hevserokê navçeyê Mete Aşan jî got:
“Em ê tu carî paş de gav neavêjin û emê têkoşînê hîn bêtir bilind bikin.”
Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Ferhat Encu jî diyar kir ku ev êriş, êrişa kesên ku coşa Newrozê tehemûl nekirin bi xwe ye û got:
“Bi milyonan kes ji bo pîrozbahiya hatina biharê û ji bo parastina azadî, demokrasî û edaletê daketin qadan.
Kesên vîna bi milyonan hezm nekirin, bi polîsan êriş dikin.”