Ji ber êrişên Tirkiyê li herêmê 9 zarok şehîd û 24 jî birîndar bûne

​​​​​​Di êriş û sûcên Tirkiyê û çeteyên wê yên li dijî şêniyên herêmê de zarokan jî ziyaneke mezin dît. Nivîsgeha Parastina Zarokan a kantona Girê Spî bîlançoya sûcên li dijî zarokên Girê Spî û Eyn Îsayê eşkere kir. Li gorî wê, ji dema dagirkirina Girê Spî û heta niha 9 zarok şehîd û 24 jî birîndar bûn. 

Di her şer û wêraniyê de, yên herî zêde ziyanê dibînin jin û zarok in.

Ev yek li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî piştrast bû.

Dewleta Tirk û çeteyên xwe di êrişên li ser herêmê de, zarok jî kirine armanc, birîndar kirine û şehîd xistine.

Ji 9’ê Cotmeha 2019’an, ji dema dagirkirina Girê Spî ve, êrîşên xwe yên li ser gundên derdorê û yên Eyn Îsa ranewestandine.

Li gundên Girê Spî û Eyn Îsayê tenê, heta niha niha dagirkeran 4 komkujî pêk anîne.

Di van komkujiyan de bi dehan zarok birîndar û şehîd bûne.

Nivîsgeha Parastina Zarokan a Kantona Girê Spî sûcên li dijî zarokan belge dike.

Li gorî belgeyên nivîsgehê heta niha 9 zarok şehîd û 24 jî birîndar bûne.

Navên zarokên şehîd wiha ne;

Hatim Zêdan El-Misto (7)
Mistefa Salih El-Ehmed (17)
Ehmed Ibrahîm El-Rehîm (12)
Mehmûd Himêdî El-Xelîl (13)
Ziyad Zeyd El-Xelef (12)
Huda Zeyd El-Xelef (9)
Muna Zeyd El-Xelef (7)
Mistefa Salih (14) û Mihemed Elî El-Ehmed (14)

Zarokên birîndar jî ev in;

Ebid Xidir El-Serhan (7)
Mehmûd Zêdan Zêdan (3)
Udey Ismaîl El-Ehmed (16)
Mueyed Elî El-Ehmed (15)
Mihmed Elî El-Ehmed (16)
Ebdurehîm Mihemed El-Hemed (12)
Emîne Necîb (7 meh)
Sîdra Zeyd El-Xelef (1)
Udey Ismaîl (15)
Mistefa Adil Ehmed (17)
Eqîl Ezîz Hisên (16)
Reşîd Hesen El-Xelef (11)
Beşîr Zeyd El-Hesen (16)
Rexed Elî (15)
Netîl Talib (1)
Mehmûd Elî Merîd (17)
Xufran Mistefa Xelîl (15
Ebûd Hemed Xelîl (12)
Munîr Xalid Hisên (16)
Xelef Casim Ferîc (15)
Ewad Newaş Inêzan (14)
Mahir Newaş Enêzan (10)
Mihemed Xelîl El-Hesan
Eymen Hesen El-Hesan (12)

Hevseroka Nivîsgeha Parastina Zarokan a Girê Spî Fadya Şerîf bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku dest li rewşê werdin û dewleta Tirk û çeteyên wê ceza bikin.

Ne tenê ev, ji ber êrişên Tirkiyê zarok ji mafên xwe yên jiyanê bêpar dimînin.

Nêzî 5 hezar zarokên li wan gundan ji ber topbaranê ji xwendinê bêpar mane û dibistanên wan girtî ne.

 

Back to top button