Zelensky bang li tevahî cîhanê kir ku dakevin qadan

Belê rojek ma êrişa Rûsya ya li dijî Ûkrayna mehek xwe tejî bike. Serokomarê Ûkrayna Zelensky bang li tevaniya cîhanê kir ku ji bo piştevaniya welatê wî dakevin qadan. Zelensky careke din daxwaza alîkariyê ji NATO kir. NY jî dibêje ji ber şer heta niha bêtirî 10 milyon kes neçar mane ji malên xwe derbikevin. Ji van bêtirî 3 milyon û 600 hezar berê xwe dane welatên cîran.

Di dema ku êrişa Rûsyayê li Ûkraynayê rojek maye ku meha xwe tejî bike, Serokomarê Ûkrayna Volodymyr Zelensky bang kir ku ji bo piştgiriya welatê wî li seranserê cîhanê xwepêşandan bên lidarxistin.

Volodymyr Zelensky di peyama xwe ya vîdeoyê ya duh bi şev hat weşandin de wiha got,

“Derkevin meydan û kolanên xwe.

Xwe nîşan bidin, dengê xwe bidin bihîstin.

Bibêjin gel, azadî, aştî û Ûkrayna girîng e.”

Zelensky diyar kir ku Ûkraynayê berxwedaneke ku Rûsyayê ne li bendê bû nîşan da û ev tişt anî ziman:

“Ev şerê serxwebûnê ye û divê em bi ser bikevin.

Em ê her bajarî ji nûve ava bikin û ji her sûcê dagirkeran hesab bipirsin.

Hemû gelê me wê li Ûkrayna azad bijîn.”

Zelensky ji NATO daxweaza piştevaniyê kir

Serokê Ûkraynayê bi bîr xist ku ew ê bi rêya video-konferansê beşdarî civîna NATO yê ya ku îro li Brukselê tê lidarxistin, bibe.

Zelensky anî ziman ku tevî çekên ku artêşa welat pêwistî pê heyî, ew ê ji Hevbendiyê bixwaze ku piştgiriya “bi bandor û bêsînor” bo wan bike.

NY: 10 milyona kes ji malên xwe bûn

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, li Ûkraynayê nêzî 10 milyon kes ji ber şer neçar man malên xwe biterikînin.

Bêtirî 3 milyon 600 hezar kes jî koçberî welatên cîran bûne.

Li gor agahiya ku Şaredarê Kîevê Vitali Kliçko da, di bin topbaranê da ji destpêka şer ve 264 sivîl hatine kuştin.

Zelensky: Li Mariupol 100,000 kes asê mane

Li bajarê Mariupol ê li başûrê welêt ku herî zêde pevçûn lê dijwar in, rayedar radigihînin ku herî kêm 2 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Zelensky diyar kir ku li bajarê beriya şer 430 hezar kes hebûn.

Niha li bajar hîna 100 hezar sivîl hene û di peydakirina xwarin û pêdiviyên din ên ji bo sivîlan de zehmetî hene.

Back to top button