Rêveberiya Pyongyang ji despêka salê ve moşeka 11. Jî ceriband

Li gorî DYA, Koreya Bakur dixwaze balê bikişîne ser xwe. Vê yekê jî bi lezdana ceribandinên moşekan pêk tîne. Hat ragihandin ku Koreya Bakur moşekeke nû ber bi Derya Japonyayê ve avêtiye. Bi vê ceribandina moşekê re hejmara ceribandinên moşekan ên ku Pyongyang ji serê salê ve gihişt 11’an.

Koreya Bakur, bi ceribandina moşekan rêveberiya Koreya Başûr û Japona dixe nava fikaran.

Hat ragihandin ku Koreya Bakur tevî cezayên Neteweyên Yekbûyî (NY) û berteka raya giştî ya cîhanê jî di sala 2022’an da lez da bernameya xwe ya moşekan û ceribandineke din a moşekan.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Japonyayê da hat destnîşankirin ku Pyongyangê îro moşekek nû ya ku tê texmînkirin moşekeke balîstîk e avêtiye.

Hat diyarkirin ku tê texmînkirin ku moşek li derveyî herêma aborî ya Japonyayê ketiye.

D heman demê de hikûmetê ji bo agahiyên berfireh berhev bike û analîza daneyan bike, li avahiya serokwezîrtiyê maseya krîzê ava kir.

Di dema ku ceribandin ji hêla Serfermandariya Koreya Başûr ve jî hate piştrast kirin de, hate gotin, Seoul ji bo berhevkirina agahdariya berfireh bi DYA re xebata xwe didomîne.

Bi ceribandina moşeka dawîn a hat kirin re hejmara ceribandinên moşekan ên ku ji serê sala 2022’an vir ve ji aliyê Pyongyangê ve hatine avêtin, derket 11’an.

Pyongyangê moşeka herî dawî ceribandî negihiştibû armanca xwe

Koreya Bakur ji destpêka sala 2022’an ve 10 moşekên cuda, di nav wan de mûşekên balîstîk ên hîpersonîk û navparzemînî, ceriband.

Di 16’ê Adarê de, ceribandina moşeka xwe ya dawî kir.

Hat ragihandin ku ceribandina moşekê ya ku Pyongyang pêk anî di demeke kin de têk çû.

Back to top button