Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêra Zorê 500 kg teqemî bê bandor kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn hejmarek ji teqemeniyên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li Dêra Zorê mabûn, bê bandor kir .

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, pisporên teqemeniyan gelek mayin û teqemeniyên ku ji şerê li Dêrezorê mane îmhakirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku hêzên wê karîn van mîn û teqemeniyan rakin û bêbandor bikin û got:

“Gumanên welatiyan li ser hebûna wan ji taxên niştecihan hebûn..

Ji ber ku ew di embarên ewle de dûrî kombûnên niştecihan hatibûn komkirin..

Lewra hêzên me ew birin cihên bê niştecih. û ew teqandin..”

Malperê destnîşan kir ku ev madeyên hene ji bombeyên rokêtan, top, mîn, teqemenî û kemberan pêk tên û giraniya wan ji 500 kg TNT bi teqemeniya bilind derbas bûye.

Back to top button