Peymana nukleerî ya Îranê..DYA: Pirsgirêkên çaresernebûyî dikare ser masê bimîne

Nêzî salekê ye, ji bo vegera li peymana nukleerî ya Îranê, danûstandin têne kirin. Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan got, Pirsgirêkên çaresernebûyî dikarin li ser masê bimînin.

Jake Sullivan dema bi balafiran Air Force One li gel Serokê DYA Joe Biden diçû civîna NATO ya li Brukselê ji rojnamevanan re axivî û wiha got:

“Di van hefteyên dawî de me hin pêşketin pêk anîn.

Lê, hîn ne diyar e ka wê peyman bikeve meriyetê yan na.

Sullivan anî ziman ku hevalbendên ji bo careke din xebatên Îran yên nukleerî bisînor bike, dixebitin.

Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan got, ji nûve pêkanîna peymana nukleerî ya sala 2015’an “ji her demê nêzîktir e”.

Abdullahiyan di civîna çapemeniyê ya ku li Şamê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Feysel Mikdad re li dar xistibû de ev tişt anî ziman:

“Ger Amerîka bi awayekî pratîkî tevbigere, em amade ne ku li Viyanayê bi wezîrên derve yên welatên îmzeker re bicivin.

Em di wê baweriyê de ne ku îro li Viyanayê îhtîmala lihevkirinek ji her demê zêdetir nêzîk bûye.”

Serokê berê yê DYA Donald Trump di Gulana 2018’an de bi awayekî yekalî ji peymana nukleerî ya 2015’an hatî îmzekirin vekişiya û dest bi ferzkirina cezayên li ser Tahranê kiribû.

Back to top button