Pirsgirêka çeteyên DAIŞ’ê ên girtî û malbatên wan nayê çareserkirin

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwazin êdî pirsgirêka çeteyên DAIŞ’ê ên girtî û malbatên wan bên çareserkirin. Ji bo vê jî bang tên kirin. Siyasetmedar û rûsipiyên herêmê bang li civaka navnetewî kirin ku demildest bikevin tevgerê û di mijara dadgehkirina çeteyan û wergirtina welatiyên xwe yên li kampan gavan bavêjin.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê 23’yê Adara 2019’an li bajarokê Baxozê a Dêrazorê DAIŞ têk bir û dawî li serweriya wê a li ser erdnîgariyê anî.

Baxoz nuqteya dawî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû ku DAIŞ’ê xwe lê dabû hevdû..

Hebûna DAIŞ’ê bi rizgarkirina Baxozê re li ser erdê bidawî bû, lê pirsgirêka bi hezaran çeteyên girtî bê çareserî hatiye hiştin..

Her wiha bi dehhezaran malbatên van çeteyan jî di kampên Roj bû Holê yên li bakur û rojhilatê Sûriyê de ne..

Vê yekê him barê rêveberiyê giran kiriye û him jî xeteriya hebûna DAIŞ’ê zindî hiştiye…

Duh jî Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bêhelwestiya cîhanê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê rexne kir.

Siyasetmedar û rûsipiyên herêmê bang li civaka navnetewî kirin

Rûspî, siyasetmedar û rewşenbîrên herêmê, li ser xeteriya çeteyên DAIŞ’ê û bi taybetî piştî êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê nirxandin kirin…

Endamê Meclisa Aştiya Navxweyî Dr. Mihemed Xêr Necarî derbarê hebûna girtîgehên çeteyan û kampên malbatên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ev yek got:

“Ev pirsgirêk mîna bombeyeke li ber teqînê ye..

Barekî giran e li ser Rêveberiya Xweser. Ev bar nabe tenê li ser milê rêveberiyê bê hiştin. Erk ya civaka navnetewî ye.”

Ji rûspiyên eşîra Hesûn a Ereb, Telal El-Hesnawî jî îşaret bi xeteriya DAIŞ’ê kir û anî ziman ku tevî vê xeteriyê, civaka navneteweyî di darizandina van çeteyan de destekê nade..

El-Hesnawî diyar kir ku her kes vê xeteriyê dizane û ev yek got:

Êrişa li ser girtîgeha Sînaa ev yek careke din nîşan da.

Wê çi biqewime heger çeteyên DAIŞ û malbatên wan li herêmê bimînin? divê were çareserkirin.”

Rûspiyê eşîra Şêx Îsa, Enwer El-Namis jî bang li civaka navneteweyî kir ku bi lez bikeve tevgerê û ev yek got:

“Bê çare hiştina vê pirsgirêka çeteyên DAIŞ’ê ji bo şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her tim fikaran çêdike.

Çareseriyeke bingehîn ji van çeteyan û malbatên wan re divê bê dîtin.”

Her wiha serokê Nivîsgeha Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed jî diyar kir ku heta niha destekdayîneke ber biçav nehatiye dayîn û ev bang kir:

“Bi taybet Yekitiya Ewropayê, bila welatiyên xwe yên di kampan û girtîgehan de werbigirin an jî desteka siyasî û aborî bidin Rêveberiya Xweser..

Bila derfet û deriyan li pêşiya herêmê vekin da ku rêveberî vî barî karibe rake.”

 

Back to top button