Civîna awerte a NATO despê kir

NATO bi rojeva Ûkrayna civiyan. Lîderê 30 welatên endam ji bo cîvîna îro li Brukselê pêk were, ji doh ve ketin tevgerê. Di civîna despê kir de, Serokê Ûkrayna Zelensky banga piştevaniyê kir. Sekreterê Giştî yê NATO Stoltenberg jî got: Rûsya bi êrişa li dijî Ûkrayna şaştiyek mezin kir. Stoltenberg anî ziman ku ew tifaqa herî xurtin û careke din pêşniyara Ûkrayna ya ji bo ragihandina qedexeya firînê li ser asîmanên welat red kir.

Civîna neasayî ya ku serokên dewlet û hikûmetên welatên NATOyê beşdar bûn, li baregeha NATO ya li paytexta Belçîka Bruksel ê dest pê kir.

Di civînê de lîderê 30 welatan beşdar bûn.

Zelensky ji bo Lîderên NATO axivî: Guhnedana bangên alîkariyê tiştekî pir bitirse

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky bi rêya înternetê ji bo hevdîtinê axivî.

Volodymyr Zelensky destnîşan kir ku ji 24’ê Sibatê ve bêtirî hezar roket li xaka welat ketine û wiha got:

“Em ne di NATOyê de ne, lê em hem nirxên xwe û hem jî yên we diparêzin.

Em van nirxan meheke bi qehremanî diparêzin.

Rûsya di 10 salan de têra xwe leşker û artêşa xwe kom kir.

Ji bo mirinan pereyên dîn razandine.

Ûkrayna bi mirina hezaran, wêranbûna avahiyan û koçberbonê li ser xwe dide.

Hin ji welatiyên me li welatên NATOyê ne.”

Zelensky carke din bang li lîderan kir ku alîkariya wan bikin.

Stoltenberg: Putin şaştiyek mezin kir

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî got,

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi êrîşa li ser Ûkrayna ku welatekî serbixwe û serwer e, şaştiyek mezin kir.

Stoltenberg beriya civîna NATO ya li Brukselê axivî û diyar kir ku Putin hêz, cesaret û hêzên çekdar ên gelê Ûkraynayê kêm nirxandiye.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê daxuyakirin ku di lûtkeyê de wê lihevkirinên nû yên ji bo diyarkirina demdirêj û astengkirina Hevpeymaniyê bên nîqaşkirin û biryarên di derbarê pêkhatina li Romanya, Macarîstan, Slovakya û Bulgarîstanê yên li aliyê rojhilat de, wê bibe destpêkek.

Stoltenberg: Em tifaqa herî xurt a cîhanê ne

Stoltenberg, da zanîn ku Rûsya niha ji bo welatên hevpeymanê ne xetereyeke mezine û wiha dewam kir; “Em îtîfaqa herî xurt a cîhanê ne.

Heta ku em yek bin, emê ewle bimînin.”

Stoltenberg bal kişand ser daxwazên Ûkrayna ya ragihandina herêmên qedexe li ser asîmanên welat û ev tişt anî ziman:

“Ji bo avakirina herêmek qedexekirî, divê em êrîşên berfireh li ser pergalên parastina hewayî yên li Rusya, Belarus û Ûkraynayê pêk bînin.

Divê ji bo xistina balafirên şer ên Rûsyayê, amade bin û ev yek jî pir xetere.”

Back to top button