ÇALAKVANÊN EREBISTANA SIÛDIYÊ JI BO AZADIYA RÊBER OCALAN DEST BI HAŞTAGEKÊ KIR

Çalakvanên Erebistana Siûdî dest bi belavkirina hashtagekê li ser Twitterê ji bo azadiya Rêber Ocalan ya bi navê Freedom Ocalan kirin.

Ji ber ramana Ocalan a ku li tevahiya cîhanê belav bûye, 1’ê Hezîranê, çalakvanên Erebistana Siûdî dest bi hashtaga “#FreedomOgalan” li ser tevnên civakî (Twitterê) ku tê de banga azadiya rêber Ocalan dike, kirin.

Çalakvanê Erebistana Siûdî Abdulezîz El-Enez bi twittekê ku tê de nivîsiye

“#FreedomOgalan, heta wêneyê wî jî wan diêşîne, ji lew re bombebaran dikin” tevî dîmenê topbaranên artêşa dagirkeriya Tirkiyê li dijî wêneyên Ocalan li çiyayekî Efrînê di dema êrîşa Tirkiyê de,

belav kir.

Çalakvan Meha jî piştî 200 rojan greva birçîbûnê, twittek avêt.

Dîmen weke serkeftina li dijî dîktatoriya Erdogan a bi rakirina qedexeya tecrîda 8 salîn li Îmraliyê hat xuyakirin.

Leave a Reply

Back to top button