Abdullah Boran yê 80 salî li girtîgeha Amedê jiyana xwe ji dest da

Zext û êşkenceyên li zîndanên dewleta Tirk her diçe giran dibe. Duh girtîyekî 20 salî yê bi navê Şervan Can Guder li girtîgeha Wanê jiyana xwe ji dest dabû. Îro jî girtiyê nexweş ê 80 salî Abdûllah Boran ku ku 26 sal bûn girtî bû, li girtîgeha Amedê jiyana xwe ji dest da. Li aliyê din jî piştî Amed, Wan û Îzmîrê li Stenbolê jî malbatên girtiyan dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin.

Dewleta tirk a qirker li dijî girtiyên siyasî û nexweş yên Kurd zindan kirinê cihê mirinê.

Bi pergala êşkence û tecrîdê dewleta Tirk bi awayekî zanebûn girtiyên siyasî dikuje.

Doh girtiyê bi navê Şervan Can Guder yê 20 salî li girtîgeha Wanê jiyana xwe ji dest da.

Îro jî girtiyê nexweş Abdûllah Boran ê 80 salî ku li Girtîgeha Amedê dihat girtin, jiyana xwe ji dest da

Boran ku ev 26 sal bûn girtî bû cezayê hetahetayî lê hetibû birrîn.

Cenazeyê Boran li gundê Tezekan ê navçeya Bîsmilê ji aliyê malbatê ve hat veşartin.

Rêveberên HDP û DBP’ê yên Amedê û gelek kes tevlî merasîma veşartina Boran bûn.

Nobeta Edaletê ya Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin jî didomin.

Çalakiya nobeda edaletê ya malbatên girtiyan a li amadê di roja 129’an de ye

Nobeda malbatên girtiyan yê li Amedê dabûn destpêkirin di roja 129’emîn de dewam kir.

Malbat îro li ber Edliyeya Amedê hatin gel hev.

Endamên Partî, sazî û gelek rêxistinên sivîl jî xwestin tevlî daxuyaniyê bibin.

Polisan beriya ku malbat bên edlîyeyê dor li malbatan girtin û destûr neda ku endamên rêxistinên sivîl tevlî çalakiyê bibin.

Li ser vê malbatan li ber deriyê Edliyeyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Piştî Amed, Wan û Îzmîrê li Stenbolê jî malbatên girtiyan dest bi Nobeda Edaletê kirin

Piştî Amed, Wan û Îzmîrê li Stenbolê jî malbatên girtiyan dest bi Nobeda Edaletê kirin.

Parêzera Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê Jiyan Çagirtekîn piştgrî da malbatan.

Malbat li ber Edliyeya Stenbolê derbarê çalakiya xwe de daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de li ser navê malbatan dayika Yakûp Akman ê girtî, Fincê Akman axivî û diyar kir, ji bo edalet pêk bê ew dest çalakiyê dikin.

Li girtîgeha Hatayê girtiyên ji Efrînê nayên dermankirin

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxê Hatayê derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Yayladag a Hatayê de raporek amade kir.

ÎHD’a Hatayê di rapora xwe de diyar kir ku du girtiyên ji Efrînê jî li Girtîgeha Yayladag a Hatayê tên ragirtin.

Di raporê de hat gotin, di sala 2018’an de dema dewleta Tirk a dagirker Efrînê dagir kir, her du welatî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve têne revandin.

Girtiyekî ji Efrînê bi rêya parêzeran diyar kiriye ku çeteyên dewleta Tirk ji ber gule berdane lingek wî hatiye jêkirin û parçeyên şarapnele di laşên wî de hene.

ÎHD’a Hatayê diyar kir ji ber girtî ji her cure mafî bêpar tên hiştin û nayên dermankirin, ji bo vê yekê wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn-AYM’ê bidin.

Back to top button