
Nûnerê Wezareta karên Derve ya Nerwicê Krîstin Netland serdana navenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê û Rojhilatê Sûriyê li Eyîn Îsayê kir.
Netland teqez kir ku ev serdan wê bibe gava yekemîn ji bo hevkariyeke berfireh navbera Hikûmeta Nerwic û Rêvebewriya Xweser de.
Herî dawî piştî şandeya Fransî li bakur û rojhilatê Sûrî, şandeyek ji Norwic ê serdana herêmê kir.
Nûnerê Wezareta Karên Derve ya hikûmeta Nerwicê Krîstin Netland îro serdana navenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Eyîn Îsayê kir.
Nûnerê Karên Derve ji aliyê hevserokê Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Abdulkerîm Umer ve hate pêşwazîkirin.
Nûneran despêkê civîneke li çapemeniyê bi qasî 2 saetan girtî lidar xistin.
Piştî civîn bi dawî bû Nûnerê Wezareta Karên Derve ya hikûmeta Nerwicê li pêş çapemeniyê naveroka civîn û sedemên serdana wî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, vegot.
“Ji min re rûmeteke mezin e ku li vê herêmê û di nava we de bim
Me civîneke biguncaw bi Navenda Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser re li dar xist û me rewşa mirovî nîqaş kir.”
Krîstin Netland diyar kir ku hikûmeta Nerwicê rewşa Rêveberiya Xweser û keda ku pêşkêş dike baş dizane û li ber çav e.
“Dewleta Nerwêcê îtîraf dike ku Rêveberiya Xweser di aliyê mirovî de kedeke berçav û mezin pêşkêş dike, nemaze ji bo kesên penaber û koçber ku gelek alîkarî di vî milî de pêşkêş kirine.”
Nûnerê Wezareta Karên Derve ya hikûmeta Nerwicê Krîstin Nîtilanda di dawiyê de spasiya Rêveberiya Xweser kir û diyar ku ew bi hêvî ne hevkariyek navbera hikûmeta Nerwicê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de pêk were.
“Me îro gelek mijar nîqaş kirin
Ez ê peyamên Rêveberiya Xweser bighîmin hikûmeta Nerwicê û ev serdan ê bibe gavek ji bo hevkariyeke berfireh navbera Hikûmeta Nerwic û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûrî.”