Meclisa Malbatên Şehîdan derbarê derbasbûna salekê agahî ji Rêber Ocalan nayê girtin de, daxuyaniyek da..
Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo têkildarî derbasbûna salekê li ser qedexekirina hevdîtin û redkirina wergirtina agahiyan derbarê rewşa Rêber Ocalan de daxuyaniyek da.
Daxuyanî li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişloyê, ji aliyê endamên meclisê ve hate xwendin.
Daxuyaniya meclisê wiha ye:
“Vaye saleke ne parêzer û ne jî malbat hevdîtin bi rêber Ocalan re dikin..
Dewleta Tirk a faşist bi rêya girankirina tecrîda li ser rêber Ocalan re dixwaze vîna gel bişkîne.
Tevî hemû hewldanên dewleta Tirk a faşist li ser têkbirina heqîqeta gel, çand û destkeftiyan, nikarîbû sûdê ji hewldanên xwe wergire.
Peyama me ewe ku em ê tekoşîna xwe li hember faşîzma Tirkiyê wê berdewam bike heta serkeftinê.
Em bang li tevahî aliyên peywendîdar û rêxistinanên neteweyî yên bandorker dikin, ku zextê li dewleta Tirk a faşist bikin da ku rêbertî serbest were berdan.