Agir bi girtîgeha Eyyubiyeyê ya Riha ket

Danê êvarî agir bi Girtîgeha Tîpa E ya li navçeya Eyyubiye ya Rihayê ket.

Ji ber sedemeke nediyar agir bi Girtîgeha Tîpa E ya li navçeya Eyyubiye ya Rihayê ket.

Piştî îxbarê gelek îtfaiye û ambulans ber bi girtîgehê ve hatin sewqkirin.

Nehat zanîn ki birîndar hene yan na.

Malbatên li ber girtîgehê kom bûne, diyar kirin ku rayedar ji wan re tiştekî nabêjin.

Di sala 2012’an de jî agir bi heman girtîgehê ketibû û 13 girtî jiyana xwe ji dest dabûn.

Back to top button