Pisporê Karûbarê Tirkiyeyê Aras Îbrahîm: Tirkiye û PDK’ê li dijî gerîlayên PKK’ê lihev kir

Pisporê Karûbarê Tirkiyeyê Aras Îbrahîm diyar kir ku Tirkye û PDK’ê li Tirkiye û Ewropa ji bo êrişî gerîlayên PKK’ê bikin li hev kirine û wê di destpêka meha Nîsanê de dest bi êrişê bikin.

“Civîna di navbera Nêçîrvan Barzanî û Erdoxan de, ji bo li Başûrê Kurdistanê êrişî gerîlayên PKK’ê bikin li hev kirine.

Dibe ku vê carê plan bi awayek ku li bakur (li Çemco) Tirkiye û PDK jî li Gare re gerîlayên PKK’ê dorpêç bikin.

PDK jî piştî vegera Nêçîrvan Barzanî ya ji Tirkiyê rasterast berbi vê herêmê ve hêz xistiye tevgerê.”

Aras Îbrahîm diyar kir ku Tirkiye berî Cejna Newrozê dest bi planê êrişê kiriye û got:

“Di civîna li Mûnîhê ku Hilûsî Akar li gel Mesrûr Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Fuad Hisên pêk anî de, fermanên Erdogan bi riya wan hersê kesan ji Serokê PDK’ê re şand.

Piştî çend rojên kêm û vegera wan a li Elmanya, Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyeyê kir û li gel Wezîrê Hundirin ê Tirkiyê, Erdogan û Serokê MÎT’a Tirk Hakan Fîdan civînek veşartî û ji medyayê dûr kirine.

AKP û Erdogan dizanin ku eger PDK bi fermî hevkarî û piştgiriya wan neke, wê nekarîn ti armancên xwe bi dest bixin.

Back to top button