DER BARÊ BÛLDAN Û ÛCA DE BÎRNAMEYA BINÇAVKIRINÊ HAT AMADEKIRIN

Li tirkiyê ji bo Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Parlamenter Feleknas Ûca fezleke ango bîrnameya binçavkirinê hate amadekirin.

“Deklarasyona Çareseriya pirsgirêka Kurd” a ku berî hilbijartinên giştî yên 24’ê Hezîranê hate eşkerekirin, bû mijara fezlekeyê.

Deklarasyon 23’ê Gulana 2018’an bi Tirkî ji aliyê Bûldan, bi Kurdî jî ji aliyê Ûca ve hate xwendin.

Ji ber vê yekê jî bi îdîaya “Pesnê sûc û sûcdar dane” fezleke der barê Bûldan û Ûca de hate amadekirin.

Ev fezleke ango bîrnameya binçavkirinê ji Meclîsê re hate şandin.

Di fezlekeyê de tê xwestin ku mafê destnedanê yê her du parlamenteran were rakirin.

Leave a Reply

Back to top button