Xebatên konferansa Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi diruşma “Jina Sûrî di bin dagirkeriya Tirk de, êş-azar, xweragirtin-berxwedan” bi gelek pêşniyaran bi dawî bû.
Ji bo çareserkirina krîza Sûriyê divê hemû herêmên dagirkirî werin rizgarkirin, hêzên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê bên derxistin.
Divê dewleta Tirk dewleteke dagirker were wisifkirin û banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk ji hemû xaka Sûriyê re were kirin.
Xebata li ser vegerandina koçberan û penaberan li warên wan bi garantiya navneteweyî were kirin û milkên wan li wan were vegerandin.
Divê çarekirina krîza Sûriyê li Sûriyê be, bi destê sûriyan û bi rêya danûstandinên siyasî be ku tê de hemû sûrî beşdar bibin.
Jin di xebata siyasî û biryaran de beşdar bibin.
Komîteyên hiqûqnasan werin avakirin û navendên lêkolînan a lêpirsîna rastiyên li herêmên dagirkirî û belgekirina sûcan werin vekirin.
Asta têkoşîna jinan û civakê heta rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî were bilindkirin.
Xebat li ser aktîfkirina bernameya hevgirtina civakî di navbera pêkhateyan de were kirin.