Hikûmeta Etiyopyayê agirbesteke mirovî ragihand

Li Etiyopya ku dikeve naverasta parzemîna Afrîka, alozî bi dawî nabe. Piştî êrişa hikumeta Etiyopya dawiya sala 2020’an li dijî herma Tîgrayê dayî desêkirin û heta niha rewş aloze. Hikûmeta Etiyopyayê di şerê 16 mehan de li dijî hêzên çekdar ên li herêma Tigray ya li bakurê welêt “agirbesta mirovî” ragihand.

Şerê navxweyî yê li Etiyopya ku di 4’ê Mjdara 2020’an de dest pê kir, bêtirî pênc milyon mirov hewcedarê alîkariya xwarinê hişt.

Ji ber şer û pevçûnan ji meha Kanûna borî ve dijwar bûne, alîkariyên xwarinê nikarin bigihin herêmê.

Piştî serdana Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê li Kevana Afrîkayê David Satterfield bo Etiyopyayê, hikûmetê agirbesta mirovî ragihand.

Hêzên çekdar ên li Tigrayê derbarê vê pêngava hikûmetê de hê ti daxuyanî nedane.

Rêveberê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus, ku li Tîgrayê ji dayîk bûye, rewşa li herêmê wek “felaket” binav kir û hikûmeta Etiyopyayê bi astengkirina herikîna alîkariyên mirovî tawanbar kir.

Etiyopya jî hêzên Eniya Rizgariya Gel a Tigray (TPLF) ji rênedana alîkariya bigihêje kesên pêwistiya wan heyî tewambar dike.

Hat ragihandin ku li herêmê mirovên ji birçîna û nebûna pêdiviyên tenduristiyê dimirin.

Di Çile de, Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ragihand ku ji sedî 40 ê niştecihên Tigray “ji ber kêmbûna xwarinê ya dijwar dijîn”.

Bernameyê da zanîn ku nîvê jinên ku ducanî ne yan jî nû jidayik bûne, têra xwarinê naxwin.

Hikumeta Etiyopya doh ragihand ku agirbesta “bêdawî” wê were cîbicîkirin û wê yekser bikeve meriyetê.

Hikumetê got: “Ger ev gav were cîbicîkirin, dê jiyana xelkên ku li bakur dijîn baştir bike.”

Hikûmeta Etiyopyayê bang li hêzên çekdar li Tigray kir ku “êrîşa xwe rawestînin û ji hêrêmên cîran yên kontrirol kirine vekişin.”

4’ê Mijdara 2020’an artêşa Etiyopya li dijî herêma Tîgrayê dest bi êrişê kiribû.

Her çiqasî di nava 3 hefteyan de artêşê serkeftina xwe ragihand jî lê nekarî li herêmê xwe bigre.

Ji ber wê yekê neçar ma ji herêmê vekişe.

Hêzên Tîgrayê ku careke din xwe komî serhev kirin, dest bi êrişê kirin.

Di şer de, bi hezaran jiyana xwe ji dest dan.

TPLF berê niha 30 salan Etiyopya birêve dibir.

Back to top button