LI EZAZÊ 16 KES HATIN KUŞTIN Û 33 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Li herêmên di bin dagirkeriya Dewleta Tirk de, tevlihevî û nearamî roj bi roj zêdetir dibe..
Li Bab û Ezazê, di encama gelek teqînan de, nêzî 20 kes mirin.

Herî dawî li Ezazê teqîneke mezin rû da..

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku, di dema derketina xelkê ji nimêja Terawîhan, erebeyeke bombebarkirî, li nêzî Mizgefta “Meytem” a navenda Ezazê teqiya.

Li gorî rêveberên nexewşxaneya Ezazê 16 kes mirine û 33 jî birîndar bûne.

Ev teqîn a herî mezin a di demên dawiyê de li Ezazê pêk hatiye.

LI BABÊ TEQÎN PÊK HAT KUŞTÎ Û BIRÎNDAR HENE

Di heman demê de, li herêma Babê ya dagirkirî jî, rêzeteqîn pêk hatin..

Li gundê Til Êşa bombeyek teqiya tê de 2 kes mirin û 2 jî birîndar bûn..

Dîsa li çerxereya Hecac a nîvê bajêr jî di encama teqînekê de 2 kes birîndar bûn..

Her wiha li nêzî Mizgefta Îman, mayinek bi erebeya çeteyên bi navê Artêşa Niştîmanî de teqiya..

Di encamê de, ajokarê wê û hin sivîlên derdorê birîndar bûn..

Leave a Reply

Back to top button