Buroya Hiqûqê: Ji 25’ê Adara 2021’an ve em ti agahîyan ji Îmraliyê nikarin bigirin

Herî dawî 25’ê Adara 2021 Rêber Apo bi birayê xwe Mehmed Ocalan re hevdîtina telefonê pêk anîn û ew jî di nivî de hat birîn. Ji wê rojê şûnde ev saleke ti agahî ji rêber Apo nayê girtin. Buroya Hiqûqê a Sedsalê ku parêzeriya Rêber Apo dike îro derbarê mijarê de daxuyanî da. Buroyê eşkere kir ku ew saleke bi ti awayî nikarin agahiyê ji Îmraliyê bigirin û bang li her kesê alîgirê hiqûq, demokrasî û azadiyê ne, kir ku bikevin nava tevgerê.

Ji 25’ê Adara 2021’an ve derbarê rewşa Rêber Apo de bi ti awayî agahî nayê girtin.

Ev yek jî di nava gelê Kurd de buye cihê fikaran.

Têkildarî rewşa Rêber Apo û tecrîda girankirî a li ser, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniyek da.

Buroyê destpêkê bi bîr xist ku ji sala 1999’an û vir ve Rêber Apo di Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê de tê girtin û wiha got:

“Ji sala 2011’an û vir ve hevdîtina bi parêzeran re, ji Cotmeha 2014’an û vir ve jî hevdîtina malbatê tê astengkirin.

Tenê di demên ku bertekên gel zêde bûn de, hin hevdîtinên parêzer û malbatê yên îstîsnayî hatin kirin.

Tekane agahiya me a dawî, pêwendiya têlefonê ya kurt a qutkirî ya 25 Adar 2021 ji salek berê ye.

Tevî serlêdanên me jî, der barê rewşa tenduristî û ewlehiya wan de jî ji aliyê rayedaran ve agahî bi me re nehatine parvekirin.”

Buroya Hiqûqê bal kişande ser encamên polîtîkayên tecrîdê ya li ser kûrkirina pirsgirêka gelê Kurd û qeyrana li Tirkiyê û wiha dewam kir:

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Têcrîdkirina birêz Ocalan tecrîda li dijî aşitîyê ye

“Ev polîtîkaya xitimandinê bi girankirina tecrîda li ser Birêz Ocalan ku muxatabê wî yê pirsgirêka Kurd li qadên Newroza 2022’an careke din hate îspatkirin, derket asteke bilind.

Bi pêkanîna tecrîda mutleq a li Îmraliyê ya piştî Nîsana 2015’an, daneyên aborî li hemberî beşên herî berfireh ên civakê veguherî krîzê.

Birêz Ocalan ji bo civakê bedelên ewqas giran da ku bi tecrîdkirina ji cîhana derve di bin îşkenceyê de ma.

Tecrîdkirina birêz Ocalan di esasê xwe de tê wateya tecrîda li dijî demokrasiya Tirkiyê, aramî û aştiyê.”

Buroya Hiqûqê a Sedsalê anî ziman divê beriya her tiştî rêz li vîna meclîsê bigirin û got:

Buroya Hiqûqê : Mafê bingehîn yê her welatiyekî ye ku dijî rewşa dijmirovî ya li Îmraliyê bertek nîşan bide

“Bersiva pirsa çima li Îmraliyê Destûr û qanûnên ku berhema îradeya Meclîsê ne û hemû kes û organên dewletê girêdidin, li Îmraliyê nayên pêkanîn, li ser navê raya giştî bê zelalkirin.”

Herwiha Buroya Hiqûqê da zanîn mafê bingehîn ê her welatiyekî ye ku li ser rewşa nemirovane ya li Îmraliyê pêk hatiye, bipirse.

Dawî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê carek din bi bîr xist ku tecrîd li gorî prensîbên hiqûq û hiqûqa gerdûnî îşkence ye û ev bang kir:

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Her kesê ku alîgirê demokrasî û azadiyê ne divê hiqûqê biparêzin

“Berpirsiyariya destûrî ya saziyên dewletê ye ku demildest dawî li vê pêkanînê bînin û muwekîlên me bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê pêk bînin.

Ji bo ku ev daxwaz pêk were em bang li her kesê ku alîgirê demokrasî û azadiyan e û ji bo pêkanîna hiqûqê bi fikar in, bikevin nava tevgerê.”

Back to top button