Xerîb Hiso: Bi sedhezaran li qadên Newrozê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso diyar kir ku bi saya Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd ruhê Newrozê hatiye Rojava û Newroz bi cojekê mezin hat pîrozkirin. Xerîb Hiso da zanîn bi vê biryardarî û îradeyê, gel wê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo jî pêşwazî bikin.

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso derbarê pîrozbahiyên Newroza 2022’an û peyama ku jê derket ji ANF’ê re axivî.

Xerîb Hiso diyar kir ku bi saya Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd ruhê Newrozê hatiye Rojava û wiha got:

Bi Şoreşa Rojava re gelê Kurd, dostên gelê Kurd li gel şer jî bi awayekî azad Newroz pîrozkirin.

Piştî avabûna Rêveberiya Xweser jî hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî girseyî Newroz pîroz kirin.

Xerîb Hiso ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê yên li Şehba û taxa Şêxmeqsûd a Helebê bû, peyama gelên li Herêmên Rêveberiya Xweser û Efrîniyan wiha nirxand:

“Newroza 2022’an li herêmên me bi coşekî mezin hat pîrozkirin..

Herkes bi tevlîbûna Newrozê re got:

‘Heta ku Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe ne jiyan ne jî siyaset dibe’. ”

Li Şehbayê nêzî 100 hezar Efrînî koçber bûne.

Bi hêviya rizgariya Efrînê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo Newroz bi coş hat pîroz kirin.

Bi sed hezaran Kurd, Ereb, Ermen, Suryanî, Helebî, Tirkmen hemûyan bi hev re bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin û daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.”

Xerîb Hiso: 4’ê nîsanê jî wê bi heman ruh û biryardariya Newrozê bê pêşwazîkirin

Xerîb Hiso diyar kir ku Hefteya Lehengiyê û 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Ocalan jî wê bi heman ruh, coş û biryardariyê bêne pêşwazîkirin û got: Îro gelên Rojhilata Navîn bi ruhê berxwedanê, lehengî û felsefeya Rêber Apo re dibin yek.

Bi Newrozê re ruh û destaneke nû derket holê. Îradeya azad, ji bo jiyaneke hevpar a azad têkoşîn derkete pêş.

Vê yekê jî peyam da dewletên dagirker ên faşîst û hêzên navneteweyî yên tevlî krîza Sûriyê bûne.

Bi vê biryardarî û îradê, gel wê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo pêşwazî bikin.”

Back to top button