Konferansa yekemîn a enternasyonal a Rojava hat li darxistin

Konferansa Yekemîn a Enternasyonal a Rojava hate lidarxistin û nexşerêya dema nû hate diyarkirin. Piştî civînê Komîteya Amadekar a konferansê encama civînê eşkerek kir. Komîteyê bang li hemû hêzan kir ku, bi hev re sala 10’emîn a Şoreşa Rojava mezin bikin û têkoşîna xwe bilind bikin.

Bi tevlêbûna hemû sazî û avaniyên enternasyonal ên Rojava, Konferansa Pêşî ya Enternasyonal a Rojava hate lidarxistin.

Di konferansê de nexşerêya dema nû hate diyarkirin.

Piştî civînê Komîteya Amadekar a konferansê encama civînê ragihand.

Komîteyê di encamnameyê de destnîşan kir ku bi diruşmeya ‘Bi ruhê Enternasyonalîst sala dehemîn a Şoreşa Rojava pêşwazî bike’ konferansa xwe bi rengekî serketî pêk anîne.

Di destpêka encamnameyê de îşaret bi qeyran û şerê di navbera hêzên emperyalîst hate kirin û hate gotin:

“Ev krîz ne tenê di navbera hêzên desthilatdar de ye; armanc ji vî şerî tepisandin û tunekirina pêla berxwedanê ya jin, ekolojîst, tevgerên şoreşger, ciwan, anarşîst û tevgerên gel e.”

“Di bin sîwana konfedaralîzma demokratîk a gelên cîhanê de têkoşîna azadiyê mezin bikin”

Di dewamê de hate diyar kirin bi pêkhatina Şoreşa Rojava re rûpelekî nû li dîroka têkoşîna gelên bindest zêde bû û hate gotin: “Têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi tecrûbeya xwe ya 50 salî bûye çavkanî û hêz ji tevgerên dij bi sîstemê re.

Li dijî sîstema emperyalîst, mêtinger, dagirker û baviksalar, li dijî talankirinê; di bin navê Konfederalîzma Demokratîk de Gelên Cîhanê li hev civiyan.

Lewma divê em têkoşîneke nû ya azadiyê ya enternasyonal ava bikin”

Di encamnameyê de hate destnîşan kirin ku di parastin û pêşvebirina şoreşê de têkoşîna enternasyonal bi roleke mezin rabûye, û hate gotin: “Konferans wê bi tifaqa têkoşînê ya enternasyonalîst, parastina şoreşê xurtir bike.”

Herwiha di encamnameyê de îşaret bi tecrîda li ser Rêber Apo jî hate kirin û wiha hate gotin:

“Konferansa me li dijî tecrîda li Îmraliyê sekna berxwedanê ya Rêber Apo silav kir û biryardariya xwe diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya hemû girtiyên azadiyê têkoşînê mezintir bikin.

Her wiha ji bo rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, biryardariya xwe ya têkoşînê destnîşan kiriye.”

Komîteya Amadekar a konferansê di encamê de ragihand ku li dijî faşîzmê divê eniyeke Antî-Faşîst a Navneteweyî bê avakirin û ji bo Rojava di serdema nû de bibe navenda tevgerên dij sîstemê divê bi mîsyona xwe rabe.

Dawî bang li tevger û rêxistinên şoreşger, sosyalîst, anarşîst, femînîst, ekolojîk, demokratîk hate kirin, bi hev re sala 10’emîn a Şoreşa Rojava mezin bikin û di bin sîwana Konfederalîzma Demokratîk a Gelên Cîhanê de têkoşîna azadiyê bilind bikin.

 

Back to top button