Parlamenter Mûrat Sarisaç salek û 6 meh ceza lê hate birîn

Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç ku derbarê wî de doz hatibû vekirin, salek û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Ji parvekirinên Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç ên li ser medya sanal ên di navber salên 2010 û 2015’an doz derbarê wî de hatibû vekirin.

Îro rûniştina doza Sarisaç hat dîtin.

tevî parêzbendiya wî jî 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê darizandina Sarisaç neda rawestandin û di rûniştinê de biryar da.

Heyeta dadgehê, bi sûcdariya “propgandaya rêxistinê” salek û 6 meh cezayê girtîgehê li Sarisaç birî û eşkerekirina hukim taloq kir.

Derbarê parlementara HDP Semra Guzel de biryara girtinê hate dayîn

Her wiha duh dadgeha dewleta Tirk derbarê Parlementera HDP’ê Semra Guzel de jî ku parlementeriya wê ji dest hate girtin, biryara girtinê da.

Back to top button