Li Herêma Şîwesûr ya Kerkûkê bi tevlîbûna hezaran kesî cejna Newrozê bi coşek mezin hat pîrozkirin.
Pîrozbahî bi dirûşmeya ‘Em Newroza îsal bikin Newroza raperîna, dijî gendelî û newekheviyê’ destpê kir.
Ji her çar parçeyên Kurdistanê bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûn.
Malbatên şehîdan agirê Newrozê pêxistin..
Peyamên Tevgera Azadî û Komîteya Amadekar hate xwendin.
Di peyaman de Newroz li malbatên şehîdan, pêkhateyên Kerkûkê hate pîrozkirin.
Di pîrozbahiyê de hunermandan stranên xwe pêşkêşkirin û welatiyan govend gerandin.