NY: TIRKIYE HÊZEKE DAGIRKER E

Dewleta Tirk a dagirker hertim hewl dide û dixwaze kiryarên xwe yên dûrî-mirovahiyê ku li kiriye ji raya giştî re veşêre.
Bi taybet, li herêmên bakurê Sûriyê, herêmên ku piştî aloziya Sûrî dagir kirin.
Mînaka herî bi hêz a binpêkirinên faşîzma AKP, Efrîn e.
Ji bona ku binpêkirinên xwe veşartî bimînin, ev bêtirî salekê ye rêjîma AKP nahêle rêxistinên mafên mirovan derbasî Efrînê bibin.
Di vê der barê de, komîteyeke serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî raporek weşand.

“Tirkiye hêzeke dagirker e”, bi vê gotinê, rapora Neteweyên Yekbûyî dewleta Tirk a dagirker tawanbar kir.

Ji ber berpirsyariya wê li hember tawan û binpêkirinên ji aliyê çeteyên wê ve tên kirin, komîteyeke serbixwe ya NY hêzên dagirkeriya Tirk weke “hêzeke dagirker” bi nav kir.

Raporê diyar kir ku kiryarên çeteyên dagirkeriya Tirk gihaştiye asta “Tawanên Şer” û “Tawanên dij-Mirovahiyê”.

Komîteya serbixwe ya NY bal kişand ser raporên hin rêxistinên mafên mirovan ên ku qala nebûna mafên mirovan li herêmên bakurê Sûriyê yên di bin dagirkeriya Tirk de kir.

Raporê dest nîşan kir ku hin rêxistinên navnetewî yên têkildarî mafên mirovan, xwestin derbasî Efrînê bibin û rewşa şêniyên resen ên li herêmê bişopînin.

NY: TIRKIYE DERBASBÛNA RÊXISTINÊN NAVNETEWÎ NAVA EFRÎNÊ QEDEXE KIRIYE

Lê hema hêzên dagirkeriya Tirk derbasbûna wan rêxistinan qedexe kiriye.

Hêjayî bîrxistinê ye, di meha Ramazanê de, çeteyên dagirkeriya Tirk bacên giran li ser şêniyan ferz kirin.

Bi dehan sivîl revandin û fidye ji malbatên wan xwestin.

Bê guman ev yek jî li pêşiya bêdengiya cîhanê tê kirin.

Li gel wê bêdengiyê, pilanên koçkirina Efrîniyên mayî, didome.

Li şûna wan jî amadekariyên bicihkirina malbatên çetyan tên kirin.

Leave a Reply

Back to top button