Li bajarê Tirkiyê Îzmîrê ji ber pîrozbahiyên Newrozê di serdegirtina malan de nêzî 50 kes hatin binçavkirin. Li Amedê jî 2 cêwiyên 5 salî ku di pîrozbahiya Newrozê de cilên Kurdî li xwe kiribûn hatin binçavkirin.
Îro di seatên sibê de polîsan bi ser malên li gelek navçeyên Îzmîrê de girtin û gelek kes binçavkirin.
Hate ragihandin ku ji bo 59 kesan biryara binçavkirinê hate dayîn û ji wan jî 45 kes hatin binçavkirin.
Tevlibûna pîrozbahiya Newrozê ya li Gundogduyê hatibû lidarxistin weke sedema binçavkirinê hate nîşandan.
Li Amedê 2 zarokên cêwî ji ber cilên xwe yên Kurdî hatin binçavkirin
Her wiha Li navçeya Bismil a Amedê polîsan du zarokên cêwî Arîn û Esîn ên 5 salî ku bi cilên Kurdî çûbûn pîrozbahiya Newrozê, hatin binçavkirin.
Polîsan ew cêwî tev dayikan wan Zeynep Bîçer birin navenda ewlehiyê a Bismilê û şopên tiliyên cêwiyan tomarkirin û piştre hatin berdan.
Dayik Bîçer piştî tê berdan, kincên Kurdî ji zarokên xwe dike û dîsa diçe Newrozê.