Talîbanê deriyê dibistanan li xwendekarên keç girt, ji cîhan bertek derket

23’ê Adarê, li Efxanistanê deriyê dibistanan ji bo xwendekaran hate vekirin. Lê dema xwendekarên keç yên asta navîn û amadeyî xwestin derbasî refên xwe bibin, rastî astengiyan hatin. Ji ber Talîban, perwerdeya xwendekarên keç qedexe kiriye. Li dijî vê yekê ji welatên Rojava betek li ser hev hatin.

Wezîrên Karên Derve yên Amerîka, Îngilîstan, Fransa, Îtalya, Kanada, Norwêcê û Nûnera Bilind a Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser mijarê daxuyaniyek hevpar weşandin.

Wezîran, biryara Talîbanê şermezarkirin û wiha gotin:

“Hemû welatiyên Efxan, çi mêr û çi jin, di hemû astan û li her parêzgeheke welat de, ji bo perwerdê xwedî mafên wekhev.”

Welatên rojavayî bi gotina “Ev kiryara Talîbanê berovajî sozên giştî yên ku dabûn gelê Efxan û civaka navneteweyî ne” bertek nîşan dan.

Her wiha bang li Talîbanê hate kirin ku ji biryarên xwe paşde gav bi avêje.

Piştî 15’ê Tebaxa 2021’an Talîbanê rêveberiya welat kontrol kir, zextên li ser jinan zêde bû.

Back to top button