Berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah li Swêdê gelek hevdîtin kirin

Berdevkên YPP’ê YPJ’ê ku li Ewropayê serdanên xwe didomînin, berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah li Swêdê jî hin hevdîtin kirin.m Di hevdîtinan de li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, her wiha xeteriya DAIŞ’ê û malbatên wan ên di Kampa Holê de nîqaş hatin kirin.

Bi armanca danasîna kar û xebatên Rêveberiya Xweser û nîqaşkirina rewşa herêmê piştî êrişên dagirkeriyê Berdevka Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Nisrîn Abdulah serdana Swêdê kir.

Di serdanên Berdevka YPJ’ê û Nûnerê Rêveberiya Xweser li Swêdê Şiyar Elî de gelek hevdîtin hatin kirin.

Hevdîtin bi Wezîrê Parastinê ya Swêdê Bêtir Holtkvêst û Wezîra Derve ya Swêdê An Lînd her wiha parlementer Emîna Kakabaiî û Andiş Xostir Bêrî re hatin kirin.

Di Hevdîtina bi Wezîrê Parastinê û Wezîra Derve re nîqaş li ser rewşa ewlehiyê a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî ku dewleta Tirk Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagirkirin, hatin kirin.

Nesrîn Abdullah di hevdîtinê de piştî êrişa dawî ya li dijî girtîgeha Xiwêran, balkişand ser metirsiya jinûvejînbûna çeteyên DAIŞ’ê.

Her wiha nîqaş li ser hewldanên ji bo çareseriya Aloziya Sûriyê hate kirin.

Wezîrê Parastinê Bêtir Holtkvêst û Wezîra Derve An Lind jî teqez kirin dê her piştevaniya Rêveberiya Xweser bikin ku projeyek serkeftî ye ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn.

Her wiha Nesrîn Abdullah bi hin parlamenterên Swêdê re jî hevdîtin kir.

Di hevdîtinan de li ser xebatên sazîbûnê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêşxistina xebatên Rêveberiya Xweser hate nîqaşkirin.

Di dawiyê de Nesrîn Abdullah bi endamê encûmena şaredariya Stockholmê Kader Kasir Ga re civiya.

Di civînê de li ser rewşa şaredariyên Bakurê Rojhilatê Sûriyê û zehmetiyên ku di encama dorpêça li ser herêmê de dibînin hat niqaşkirin.

 

Back to top button