Hûsiyan bi mûşekan êrişî Erebistana Siûdî kir

Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî ragihand ku koma Ensarullha (Hûsiyan) bi mûşekan êrişî Erebistana Siûdî kir. Hate ragihandin ku şîrketa Aramco ya petrolê hate hedefkirin.

Koalîsyona Erebî ragihand ku mûşekek li stasyona kehrebê ya li Samîte ketiye.

Koalîsyon da zanîn ku tu windahiyên mirovî çênebûn û got :

“Em xwe radigirin û mafê me yên bersivdanê di dema guncaw de heye.”

Koalîsyonê eşkere kir ku :

“Dijmin depoyên şîrketa nîştimanî ya avê li Zehran ê başûr kir hedef û zirarên madî bi ereb û malan de çêbûn.”

Reutresê jî got:

“Depoyek girêdayî şîrketa Aramco ya petrolê ya li bajarê Cedayê hate hedefkirin.”

Li aliyekî din jî berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yehya Esêrî bi twittekê got:

“Dê tevger di demeke pêş de hûrgiliyên operasyona berfireh li kûrahiya Erebistana Siûdî eşkere bike.”

Back to top button