Însyatîfa ji Rêber Ocelan re azadî: Divê CPT tavilî serdana Îmraliyê bike

Însiyatîfa Ji Rêber Ocalan re Azadî ya Sûriyê bang li saziyên têkildarî mafên mirovan û CPT’ê kir ku tavilê serdana Îmraliyê bikin û derbarê rewşa rêber Ocalan de agahiyan bide.

Însiyatîfê bi daxuyaniyekê tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan û bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî îşkenceya li Îmraliyê şermezar kir.

Însiyatîfê di daxwiyaniyê de got :

“25’ê Adarê salek di serî peywendiya dawî ya di navbera rêber Ocalan û derve de derbas dibin.

Ji wê demê ve tevî daxwazên domdar ên buroya sedsalê yên ji bo hevdîtinê rê nayê dayîn..

Pergala tecrîdê ku li Îmraliyê tê meşandin li dijî nirxên hiqûqî û mirovahî ..

Di daxwiyaniyê de hat diyar kirin ku Ji rakirina tecrîda li ser rêbertî zêdetir em bang dikin ku dem dema azadiyê ye..

Însiyatîfê da zanîn ku Doza rêber Ocalan ne dozeke kesayetî ye bi qasî ku doza gelekî ye.

Li ser vê yekê divê hemû saziyên têkildarî mafên mirovan, bi taybet CPT’ê tavilê serdana Îmraliêy bibe û rewşa rêber Ocalan eşkere bikin.

Back to top button